Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [queimada] de;

1. Filîm di derbareyê hevbeşkirin û bindestkirin û bindest hiştina mêtingehan de gelek pend û mînakên xweş dide me. Vêya jî ji salên 1880 yî ji mêtingehiyek bin kontrola portekîzan ve raberî me dike. Reşikên li vê giravê ji bo nanoziko heta êvarê bêsekn û bênavber ji bo spîyên portekîzî dixebitin. Lê kesek jî ji wan ji bo halê xwe ne bi gilî û gazinc e. Li welatê xwe hêsîr û bindestê xelqê ne û ne xwediyê xwe û tiştekê ne lê dîsa jî dengek ji kesî dernayê. Ji bo quruşek pere sed mirov kare hevûdin bikuje. Bi kurtasî rewş ji bo reşikan gelek xerab e. Lê îngilîzê (sir william walker) ku ji bo peywirdariya dewletê hatiye vê giravê van rewşa ferq dike û yekî reşik dibire çavê xwe. Da ku bi wî bide zanîn ku spîyên portekîzî jî dimirin û reşik jî layiqê azadî û xweseriyê ne. Bi dizîkirina pereyê bankayê dest pê dikin. Bi vê pereyê sîlehan digirin. çavên miletê bi gotinên xwe yê tije hêrs û tol sor dikin. Xelq bêcan xwe davêjin sîlehan û bi serokatiya josé dolores ê heta wê rojê mîna her reşikiye li hember portekîzan serî hildidin. Her cihê ku diherinê xelq bi kêf û 'eşq û coş pêşwaziya wan dike û pêşerojên xwe yanê zarokên xwe davêjin hembêza van şervanan. Di demek kurt de bi alîkariya îngilîz bi ser dikevin û portekîzan ji welatê xwe davêjin û dibin xwediyê welatê xwe. Taliyê general dolores tê li paldankên ku portekîzî lê rûdiniştin de rûdine. Rêvebir kom dibin ji bo civînê lê nagihên tu encamê. José doloresê êdî bûye general fermana ji civînê derxistina spîyan dike. Lê îngilîz tê dibêje "dibe ku tu ji spiyan hez nekî, lê îro şaristanî di destê wan de ye. Tuyê bazirganiyê, perwerdehiyê, senayîyê bi kîja reşikî bi rê ve bibî? Bi vêya yan bi yê din? Divê tu ji şaristaniyê sûdê werbigirî ku ew di destên spiyande be jî!" Lê general jê tika dike ku ew jî derkeve der.

xêrnexwaz nahêlin ev rewşa bidome û dikevin navberê ku dîsa xelqê bike bindest. Lê josé doloresê ku êdî serokê refên gerîlaye û li çiyayan li hember rêveberiya heyî li ber xwe dide da ku azadiyek bi rêk û pêk bi dest bixe. Lê bi qasê şeş heft salan kes bi ser nakeve. Kompanyayên îngilîz yê şekiran dixwazin sûdê ji vir werbigirin lew li vir levenê şekiran gelek heye û dixwazin vê derê têxin mêtingeha xwe. Dîsa bang sir william walkerê me yê delalî (îngilîz) dikin da ku bê ji vê rewşa nediyar re çareyekê bibîne û general ji çiyayan bi awayekê bîne xware. Ji ber ku dost û hogirên berê ne û bi hev zanin. Ne gund dimîne ne daristan dimîne ku bi destên dijminê dolores bê şewitandin. Lê nêta dolores nîne ku weha hêsanî xwe bi destên van xwîmijan ve berde. Îngilîz dema li ser plana bi dest xistina dolores daxive wisa dibêje "mirovên ji rêzê dema dikevin şerekê ji bo du tiştan şer dikin: yek, ji bo pereyan; du, ji bo dewleta wî ew mecbûr hiştiye. Lê gerîla ji bo fikr û ramanên xwe şer dikin. Ji ber wê di rewşên giran de ew bîst sî qatê merivên ji rêzê karin bifikirin. Ku hûn bawer nekin ezê ji we re vê bêjim. Mînak hûn heke têkevin şerekê tiştên hûn winda bikin gelek e; mal, zarok, jin, pere û hwd. Lê yên vana hew canê wa ye. Ev jî dihêlin ku ew bêhtir bifikirin."

Yanê cara duyem dema îngilîz vedigere îja ne bi dostî lê bi dujminahî tê lê naxwaze vêya bi dolores bide zanîn. Lê dolores bi vêya zane. Îngilîz di şerekê de hevalê dolores bi dest dixe û jê şûn de jê re dibêje bila here jê tika bike ku li cihekê bi hev re baxivin. Lê dolores bi sê kuştiyên ji aliyê wan ve bersiva "na!" Yê didê.

Îngilîz gelek hêrs dibe û êdî bi rêveberiya welatê xwe yanê li gel îngilîzan şerên giran û dijmirovî dike, taliyê li çiyayekê asê dolores bi dest dixin. Lê dolores êdî her tişt fam kiriye û naxwaze pê re baxive. Îngilîz ji dolores re dibêje "ji ber ku îngilîzan xwest tu azad bûy. Û niha tu li hember me derketî lewma me tu girtî. Ku tu ji bo me bixebitiyay dê her tişt cûda bana"

Dema dolores digirin û ber bi bajêr tînin eskerek reşik jê re dibêje hêviya xwe winda neke dibe ku wî ef bikin û nekujin lê dolores dibêje " ez zanim mirovên spî bihêle ez bijîm ji bo berjewendiya xwe hiştiye û ezê xwe bikujim yan jî bêrovajiya vê."

Rêveberiya heyî dema li hember teslîmiyetê pere û tiştan teklîfê dolores dike û dolores vêya qebûl nake bi îdamê dixwaze bide cezayê lê îngilîz hîn di fikra xwe ya divê serokek bi îdamê neyê cezakirin û nebe sembola berxwedanê de ye. Heta berê bêye dar ve kirin dihere destê wî vedike lê dolores nareve. Dema dihere ber bi sêpiyan dolores vedigere ji îngilîz re dibêje "tê bîra te, te gotibû şaristanî di dest spiyan de ye? Kîjan şaristanî û heta kengî?"

Filîm bi sehneya têketinê bi dawî dibe. Lê ferqên mezin tê de hene. Di têketinê de reşikek bindest û nezan heye lê di dawiyê de reşikek dîsa bindest lê zane heye.

Yanê tişta ku min jê derxist qederên mirovên bindest kêm an jî zêde dişibin hev. Feqîrî, xizanî, şer, xwîn, tade, mirin û hwd. Lê mîna dolores dibêje "dê heta kengî şaristanî di destê wan de be?" Belê xeyalek bi hêvî û dûr xwiya dike bidestxistina mafên bindestan.



11.09.2021 13:43 | rizgarm