Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslahiye] de;

1. navçêya ku girêdayî dîlokê ye. Xelqê wê bêhtir kurdên kurmanc e. Ez ji nava nahiyeyek vê naveçeyê derbas bûm û min derfet dît bi çend merivên ji vir re baxivim. Ji ber ku hema piştî bajarê xetayê ev nahiyeya dihat û hîn ew hewa û erdnigariya xetayê hebû min bawer nedikir kurd li vir hebin. Ez li piskilêta camêrekê siwar bûm û nişkave bi kurmancî ji min pirsî ka ez kurd im an na, yabo ez bi carekê firiyam. Min qet bawer nedikir li vir ez pêrgî kurdekê bêm. Lê mîna min got ez birim nav nahiyeya xwe û heta ez çûm min li dikanekê ecînek xwar û ji ber em kurdî axivîn camêr pere jî ji min nestend (êdî kurdî pere dike ** ). Me hebekê li ser linga suhbet kir, min jê pirsî ka meseleya şêniyên vir çiye, tişta ku min fêm kir tê bîra wan nayê bîra wan li vir in û di dîrokê de têkiliya wan bêhtir bi kurdên rojava re heye. Bi kurmanciyek berferatî daxivîn lê min bi hêsanî hemû gotinên wan fêm dikir. tişta ku herî kêfa min pê re hat li nav sikakan ji zarokan bigire heta pîr û kalikan gelek kesên kurdî daxivî hebûn ( van gohana bihîst, hîn çêr û sixêf û xeberên xwe jî bi kurmancî didin** ). Yanê min xwe li vir qet biyanî hîs nedikir. Bi hêza ku min ji van xelq û şêniyên kurdmanc girt otostopa xwe bi kêf û coşek mezin domand.



29.09.2021 11:17 | rizgarm