Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tuareg] de;

1. Miletek qedîmê beyabanê ye. Bêhtir bi koçeriyê debara xwe dikin û niha li nav welatê mîna nîjer, fas, cezayîr û malî de belav bûne. Heta mîna şêr, piling ango efendiyê beyabanê jî tên bi nav kirin. Ev çendek berê min derheqê vê xelqê qedîm û nepenî de romanek ku niha çapa wê nîne xwendibû. Derheqa etîmolojiya navê vê xelqî de gelek gotegot hene. Belam di bîra min de maye ev e; gorî rîwayetekê ji asya navîn hatine. Heta ew jî tirk in û li vir yanê li beyabanê navê wan bûye "tuareg". Wergêr kesek tirk bû zêdetir li ser vê îhtimalê sekinîbû. Lê xwiya ye qedîmtir e. Yanê gelek dêrîn û berîn e, dibe ku tu pêwendî bi vê rîwayetê ve nîn be. Roman ji aliyê nivîskarek spanyolî ve hatibû nivîsîn. Derheqa jiyan û çanda wana balkêş de gelek agahiyên girîng dida. Ya di bîra min de maye, pirê wan misilman e, ji aliyê tîbûn û tavê ve gelek zexm û qayîm in. Ewqas ku di cihek romanê de sehneyek yılmaz guneyî ango the revenantî çav ji meriv re dişikîne. Îja bi awayek dîtir û balkêştir. Serlehengê me yanê tûaregek mêr ji dijminê xwe direve û divê ji cihê xwe tevnegere. lê li der û dora wî tenê biyabanek bê ser û ber heye. Ew û hêştirmeya wî bi serê xwe ne. Divê him xwe ji rojê û him jî ji tîbûnê biparêze. Ew jî hêştirmeya xwe serjê dike û xwîna wê vedixwe pê tîbûnaxwe dişikîne û xwe di hundirê wê de vedişêre, him ji rojê him jî ji dijminan xwe diparêze. çanda wa ya herî balkêştirîn jî ev e ku mêrê wan rû û rûçikên xwe bi paçik û laçikan vedişêrin lê jinê wan berovajiyê wan rûyê xwe bi boyaxan dixemilînin û xweşikahiya xwe raberî xelq û alemê dikin. Ji ber ku di baweriya wan de mêr ji bo mêzekirinê ne xweşik û balkêş in lew divê rûyê xwe veşêrin û der û dorê aciz nekin lê jin divê xweşikahiye xwe derxin holê û rûyê xwe nepêçin. Niha hûnê bêjin ê ji kur derket ev, ev çend roj e gohê min her li ser komek wan e. Gelek kêfa min hat û min got ka hela kî ne. Tu nebêjî ew jî tûaregî ne. Gelî camêr û ciwanikan niha jî (bnr: tinariwen) li hember we hêjayan e:

Tinariwen - sastanàqqàm




Tinariwen - iswegh attay




23.10.2021 22:42 ~22:43 | rizgarm