Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hewldanên populerkirina tirkiya amedê] de;

3. Bi min mesele heke serenav e pirsgirêk dûr û kûr e, ez bêjim ji hek û kekên xwe re ewqas dûr û kûr bûye nagihê hev bi xwedê. Ne dersên bijarte weleh avakirina welatekê êdî vê nexweşiyê xilas nake. Ez ewilî wek kurdekî û pişt re jî wek amediyekî gelek ber vê rewşê dikevim, gelek dêşim lê çi bikin birîn kûr e derman lê nayê.

Vêca em werin ser filmê, film ji aliyê derhênerek ku heta niha bi filmên xwe yê kurdî û ser pirsgirêkên kurdan sekinîye hatiye kişandin tê nasîn. Heta ji aliyê lijneyekê tê pişgirîkirin lê her çi be xopana mixabiniyê ye ku filmên wî ne serkeftî ne. Ji ber kişandina vê filmê gelek rexne û qiset hatiye kirin lê bes derhêner xwe bi fikra xwe ya "ji bo kişandina filmên dîtir piştgiriyek madî ye ev filma" pardax kiriye. Her çiqas kes û kûsên nas kirî hebe jî qasê bertekên li hember vê fragmanê dibînim û dihesim dê gelek were sêrkirin lê rêjeya kesên ji bo "ev bi tirkiya amediyane emê ji bo wê herin temaşe bikin" ji rêjeya "bo sînema ango bo piştgirîya derhêner, lîstikvan û hwd." dê gelek bilindtir be. Û bi raya min dê gelek jî were temaşe kirin. Yanê her çi be tirkî qezenc kir û kurdiya noqbûyî dev ji perpitînê jî berda li vir.

Axirê birînek din jî li birînê zêde bû, wey hakimo wey loqmano me hêvî ji te jî birî!



28.01.2023 22:54 | rizgarm