Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tutunamayanlar] de;

17. berhemek qedirbuhaye ku ji bo min bûye lûtkeya edebiyata tirkî ango pîvana edebiyata tirkî. Heta ne tenê di qada edebiyata tirkî de di edebiyata cîhanî de jî reng û rûyek nû aniye, li edebiyatê tiştek mezin zêde kiriye. Bi rastî her çiqas çavê me li gelek cihan pêketibe û bi jêgirtinên wê xwe mîna pirtûk hemû xwendî hesab kiribe jî û me ev berhema di hiş û mêjiyê xwe de mîna berhemek asayî û ji rêzê sêwirandibe jî ne tiştek wisa ye. Her rûpelê de , her risteyê de, her hevok û het peyvê de bi awayek efsûnî min xistiye bin bandora xwe. Bi kar anîna zimanê wî yê bi berfirehî em fêm dikin ku ne xwestiye xwendevanan biêşîne ne jî xwe ji lîstik û sêra wêjeyê dûr bixe. bi vegotin û teknîkên cûr bi cûr, bi ceribandinên gelek serkeftî, tinaz û tiranê ye xwe bi dîrokê kirin û dîsa bi nêrîn û qaîdeyê xwe anîn ziman... Yanê welehî niha ez çiqas peyvê bînim ba hev ji bo vê berhemê dê her kêm bimîne. Ev gotina klasîk ku dibêjin "min nedixwest pirtûk biqede" cara ewil min di vêya de hîs kir. Ne ji ber bûyer û çîroka romanê, min dixwest ev ziman û lîstokên wê yê ku êdî hedê xwe derbas kiriye pê hebekê din jî tehma dev û mêjiyê xwe xweş bikim. Ne ku ez mîna xwendevanek aşiq û sewdaliyê zimanê tirkî xeber didim, ev berhema mîna ku min got berhemek cîhanî bû ji bo min. Dihêla ku xwendevan di derheqê zimanê xwe de jî nêrîn û saloxên nû li ber xwe bibînin û zor bidinê.

Beriya ku bi kurtasî çêlî romanê bikim dixwazim vê fikra xwe jî par ve bikim: Dema ez bi agahiya ku ev pirtûka berhema ewil ya nivîskar e hesiyam ev tişta hate bîra min, nizam kê gotibû lê helbet yekê/î navdar tiştek nêzî vêya gotibû "divê berhemên ewil yên nivîskaran neyê hesabkirin!". Lê heke em vê berhemê ji nivîskar biqetînin nivîskarê me dê gelek kêm bimîne.

Roman derheqê "selim ışık" ê ku hevalê "turgut özben"î de ye. Hema di serî de bime dide zanîn ku selimî xwe kuştiye û hevalê wî yê rojnamevan yanê turgutî jî di derheqê wî de dest bi lêgerîn, lêpirsîn, tomarkirin û nizam çikan kiriye. gelek tiştan jî berhev dike. Bi heval û hogir û dostikên wî re daxive, ji wan nivîsan dixwaze, nivîsên ku selimî daye wan ji wan dixwaze û wa bi me re jî par ve dike. Beriya her tiştî bi van hereketê xwe dixwaze mîna wî bibîne, mîna wî hîs bike, mîna wî bifikire, mîna wî hez bike, mîna wî tevbigere, mîna wî hêrs bibe, mîna wî mîna wî mîna wî û hey mîna wî... Bi mejî û xeyalê me de jî di derheqê selim de profîlek ava dibe. heta di pir cihan de em dibêjin "ev ez im, ev kertiya min e, ev hezkirina min e, ev hestiyariya min e, ev kenê min e, ev giriyê min e, ev fikirê min e, law ma ev ez im!". Selim merivek gelek zîrek û ziravbihestiyar e, ev dinya ji bo wî îşkencexaneyek mezin e. Û ew jî nema debar dike xwe ji her tiştî û her tiştî jî ji xwe xilas dike...

Dûbare dibêjim ku tu peyv têrî nake ku vê berhemê bînim ziman, ku ewê dibêjin ohooo te jî zêde kir loo bila derdê çêjgirtina ji vê berhemê li xwe bar bikin û yekser bixwînin ka bê ez behsa çi dikim*



13.12.2021 13:05 ~2021.12.14 19:53 | rizgarm