Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

487. Bizin çiqas bi dizî were nêrî jî axirê wê eşkere bizê



05.10.2022 21:00 ~21:01 | rizgarm

484. Talana tev êlê dawet e.



27.07.2022 19:19 | rizgarm

480. Bigurije lê nebare.



07.05.2022 12:47 | rizgarm

469. Beza pisîngê, heta kadînê

Meriv çiqas ji tiştekê bireve dê taliyê bi wê tiştê re rû bi rû bimîne.



20.08.2021 20:16 | rizgarm

466. kes berxê meriv nake beran, yanê çavên li deriya xwelî li seriya ***



27.07.2021 23:56 | rizgarm

446. *ters, mergê lûwe ro. (Tirs, mirina gur e.)

*Hag yeno qin ver to dima vanê karê xo bikerê .(hêk tê ber qûnê tu hîn dibêje karê xwe bike.)

*Şarî re moz o, ma re xoz o: yanê şarî re çim akerde yo la xo rê jî gêj o.

*To qertel, dar ser ke wişk(te qertel li ser darê hişk kir): yanê to îş û gure kena zor.

*Ma wayirê heran nêgenî, wayirê hespan jî ma nêgenî.(em xwediyê keran nagirin, xwediyê hespan jî me nagire.)



24.01.2021 13:01 ~13:05 | rizgarm

439. Ji kûçikan re marîfet ne lazim e.



24.08.2020 15:52 | rizgarm

437. Suhbeta bi hevalekî re ev gotinana xist tûrikê min:

- Ji xelkê re vir û vir diwo(dibe)
Ji me re serê vî girto

- Yê mala meriv xera dike derew
Yê dilê meriv rehet dike dew



06.08.2020 00:52 | rizgarm

427. (bnr: silav li mîya ye, ne li rûya ye) kalê min her dem digot ev temiya. Ji bo hilbijartina hevalê qenc wiha digot.



16.05.2020 01:01 | rizgarm

416. (bnr: kevir di cihê xwe de giran e)



07.05.2020 01:38 | rizgarm

412. Di strana (bnr: kazo) de derbas dibe belam haya min jê nîne ku gotinên pêşiyan e an gotinê kazo ne lê divê êdî mîna gotinên pêşiyan bê hesêb.

"Nêçîra teyrê baz bûm lê kundê kûr ez dixwarim."

Yanê dibêje ku hêza min beramberê teyrê baz bû lê neçariyê ez kirime xwarina kundê kûr.

Stran:




30.04.2020 01:19 ~01:21 | rizgarm

408. Hebekî zayendperestî filan tê de heye lê tê bîra min hevalê min digot: " tu beranî lê heyfa te mîya qoçê te şikandine."



28.04.2020 01:26 | rizgarm