Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şûşeya dil] de;

4. Karakterek di "hinara dawiya dinyayê" ya bextiyar elî de heye ku bi navê "mihemedê dilşûşe" hatiye bi nav kirin. Û di helbesta seyyidhan kömürcü ya bi navê "kara" de beriya ku dest bi helbestê bike nivîsiye "şûşa dilê min şikest" û wateya vê hevokê eşkere kiriye "berteka ku dêya min li hember mirinê dide ye". Bi rastî xwiya ye bi awayek qewî di nav jiyan û wêjeya me de "şûşeya dil" cihek ji xwe re çêkiriye. Dema meriv ser hûr dibe, ne ku dixwazim bi paye û gotinên betal zimanê kurdî derxim esmana, wellehî ev biwêja ango hevoka metaforek pir kûr û watedar û girîng e!



12.09.2021 19:17 | rizgarm