Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [édith piaf] de;

7. Bi xêra kovarek tirkî ez bi vê jinika deng gewre hesiyam. Bi qewlê gotina şakiro ku ji dengbêj seyîdxanê boyaxçî re gotiye "qilafet qilafetê mêşê ye û deng dengê gamêşê ye". Wellehî û billehî û tillehî heke şakiro bi vê ciwanikê bizanîbiya teqez heman hevok dê bi kar bianiya. Jiyanek bi qehr, kul, qotik, kircal û evînî û bi hesreta evîniyê derbas kiriye. Bi taybeti strana wê ya "non, je ne ne regrette rien" de edetî dilê min ji emeliyetek dil derbas dibe. Bi wê qur'ana ku me pê îman aniye (sonda kalê min e * ) gupîna dilê min gorî ritma muzîkê hêdî hêdî radibe tê asta asayîbûnê û carinan derdikeve asta herî jor û tê, carinan diherike mîna avê û dihele yanê dikeve şêweyên cûrbicûr a soxîn diteqe û disekine bêhn li min diçike. Û tew behsa "padam padam" jî nakim.





Ohooy jinê jinê, sewta te ji gohê me kêm nebe!!!



27.07.2020 05:42 ~05:50 | rizgarm