Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xana zêlûyan] de;

4. Demek di nav vê xanê de bîrekî hebû ye. Têde ji nexweşan re bo şîfayê zêlû dihat xistin. Bi vê kiryarê navê xanê bûye xana zêlûyan.

Xanekî dîrokî ye. Cihê xweştirên Amedê ye. Li hember çarşiya şewitî Di kolana hesinkaran de ye. Kengî biçim Amedê bi hevalêkî an bî mêvanêkî diçim Xana zêlûyan. Atmosferekî bêhempa pê heye. Dema ku menuya wan a bi Kurdî dibînim piçekî xwe Azad dihîsim.

Ji ber ku nikarim qehweya tirkan vexwim tim qehweya kizwanan tercîh dikim. Di xana zêlûyan ev daxwaza min bi tam û lezeta xwe bo min bîrhatiyek bû.

Hewşa xanê de dara tû heye ku Li gor gotinan sedan salî heye. Yên ku dixwazin Di bin vê darê bîranînek pêk bînin bi pêşniyara min benda demsala payîzê bin. Here lînkê



03.08.2020 10:47 ~10:53 | kajav

3. Di sernava sülüklü hanê de rastî xana zêlûyan hatim. Bi rasterast ji suluklu hanê zivirindiye yan bi navê xwe yê orjînal e? Piçekî li ser googleyê geriyam dibêm dîroka navê xana zêlûyan tune ye. Ji ber ku kesek ev nav di nivîsa xwe da bikarneaniye. Xemgîn bûm.



03.08.2020 10:05 ~10:06 | kajav