Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku mirovî aciz dikin] de;

39. Car caran li bin stranên Kurdî şîroveyekî tirkî bibînim xwedî şîroveyan hişyar dikim dibêm stran Kurdî ye hûn jî Kurdî binivîsin. Ji ber ku dizanim ji sedî 90 ev kes Kurd e. Car caran yekî/ê tê bersiva min bi Kurdî dide dibêje “muzîk gerdunî ye” yan jî dibêje “belkî ev kes Kurdî nizane tu çima wilo dibêjî ?” .. ez bi van bersivan têra xwe gelekî aciz dibim. Zimanhezek ji bo Kurdî bi vî fikrê de be wê çi xêra wî/ê bigihije Kurdî? Malmîrat ma tu nizanî Kurdî ber bi tunebûnê diçe ev humanîstiya xwe ji tiştên din re nîşan bidin ji kereme xwe.



19.07.2020 10:03 | kajav

29. do li otobusê de paş min jinek û zarokê wê hebû. Çi ecêb û gosirmet e, bi zarokê xwe re tirkiyek xira û xirabe diaxife. Xuya ye Kurd e. Piştî çend deqe telefona wê gazî kir, nê xelet bim mêrê wê bû bi Kurdî diaxifiyan. Hah! Van tiştan dibînim tenê eciz nabim dîn û har dibim. Birê minê mezin jî wisa ye. Xerîbê Xwedê, heta deh-pazdeh saliya xwe tirkî nizanibû niha zarokê wî Kurdî nizanin.



25.11.2019 20:11 | kajav