Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îd] de;

3. Îd , bingeha kesayetiyê ye. Bi Kurdî ajez an binez e.

Gorî sigmund freud hişar ji 3 radeyan pêk tê. Îd, ego û superego (ajez, eze û serez ). Îd kana enerjiya kesayetiya mirov e û rehên enerjiyê ji laş digire. Wekî êrîşkarî, hovîtî, seksûalîte, birçîbûn hwd pêdiviyên bingehî yên mirov di vê radeyê de cih digire. Ji ber ku hêj derneketiye radeya hişarê tevgera wan bêzanebûn û serbest e. Heger ego an eze ya mirov xurt nebe û wan kontrol neke, dikare zirarê bide mirov. Çêtir e mirov xwedî egoyek, ezeyek xurt û pêşketibe van pêdiviyên ku him di mirovan, him jî di ajalan de hene, bigre bin bandora xwe. Pêwîst e mirov nekeve bin bandora wan. Heger van pêdiviyan bicih neyên, xwe bi formekê didin der.



14.08.2020 09:50 | kajav