Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd û teriqeta neqşîbendî] de;

5. Gotina yûsiv di cî de ye. Ez jî yekî dimilîyek dikarim ev gotinê dûbare bikim. Rastî jî neqşîbendî di nava dimilîyan zêde ne. Berê gundê me da serê her malê şêxê wan hebû. Mirîdên kîjan şêx zêde biba ev nîşana mezintiya ev şêx dida. Ev tişt Di nav gundiyên nezan û nedîtî da dibû gengeşiyek, şanaziyek * dewr û dewran bihurî ev şêxitî ev baweriya pûç û vala li ba me kêm bû di nifşên nû de belkî xilas bibe jî bandora ku li ser me mayî ye û zirar daye me naqede.
Bandorekî çawa? Bi navê ol û dîn asîmîlasyon: Mînak bavê min e. Tu jê re bipirsî bêjî hûn kurd in yan na? Bi ev pirs aciz dibe wekî Kurdên ku ji axaftina zimanê xwe şerm dikin, kompleksek bi vî rengî li ba wan çêbûye. Ev kompleks bi piçûkdîtina netew û ziman çênebûye bi ol û baweriya wan di nav mejîyê wan cîh girtiye.



29.07.2020 12:56 ~12:57 | kajav