Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mehmed emîn bozarslan] de;

3. Helbesta wî a ez xortê kurdim ji aliye gelek hunermendên kurd wek şivan perwer, rençber ezîz, şahê bedo hatine şîrovekirin.

Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng
Wa min hilgirtî bombe û tifeng
Ezê herim şer ezê herim ceng
Ger ez nezivirim, dayê tu negîrî

ji vir heta çîn nav û dengê min
dinya hemû dît şan û rengê min
tu temaşe ke şer û cengê min
ger ez bêm kuştin dayê tu negrî

te min xwedî kir bi şîr mijandî
histirê çavan bo min rijandî
dilê xwe te pir bo min pijandî
min helal bike daye tu negrî

ger ez vegerim dê tiştek xweş be
dilê mim û te dê tevda geş be
ku ez nehatin, her meh xweş be
kurd û kurdistan daye tu negrî



25.05.2020 02:05 | kajav