Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser medyaya civakî rûpelên kurdên virt û vala] de;

1. Gelek caran li ser înstagramê ber bi wan rûpelan têm. Cihê lêgerînê (cihê kifşê) de bi van rûpelan tijî ye. Navê rûpelên wan Kurdî yan jî nêzikê Kurdî ye. Bikarhêner û şopîner hemî kurd in. Piranî bi stranên Kurdî dans dikin yan bi videoyên playback qaşo şêrintî dikin. Bi vî awayî belkî hezar rûpel hene û şopînerên wan jî ne kêm in. Ji zimanê xwe hezar km dûr in. Ji kurd û kurdbûnî heta heyva dinyê dûr in. Bi navê xwedê ez wan mirovên hemnetew dibînim ji hebûna xwe aciz dibim. Xwedê wexta ku aqil belav kir li ku derê bûn. Hiş û aqil para wan nebûye belayê serê me bûne.

Ez her gav dibêjim nifşên sloganîst mezin nekin! Mezin dibin wilo mejîfelç dibin.

Ji wan Çend mînak:
Here lînkê
Here lînkê



24.05.2020 00:54 | kajav