Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêla dûr] de;

1. strana mihemed taha akreyî ye. bi etîdal duetek kiriye. Stranek gelek xweş û watedar e. Muzîka stranê gelek xweşik e. Stranek romantîzmê ye. Niha li ser youtube nêzî 4.6 mîlyon hatine temaşekirin.



Min çend sal berê Gotinên stranê nivîsîbû Lê çend peyv hebûn min wateya wan nedizanî. Li ferhengan jî rastê wan peyvan nehatim. Wateya wan Hêjî meraq dikim. Tirşikvanên zana min ronî bikin ezê kêfxweş bibim.

Gotinên Stranê

Ez pêleka derya dûr im de ha de were
Ez warek im jêr im jor im de ha de were
Çîrokek im pir serbor im de ha de were
Birîndar im birîn kûr im de ha de were were de ha de were

Kevokeka bê çiya me lawo de were
Buhareke bê giya me lawo de were
Jiyaneke bê semiyane lawo de were
Dilêm pinge û perîşane de ha de were were lawo de were

Bo te ez yar û cemser im de ha de were
Bi soz û eşqa te serwer im de ha de were
Xweşî û xemên te hilgirim de ha de were
Bo birîna sarêşker im de ha de were were de ha de were

Hêvî mizgînî û xelat im lawo de were
Bo te pir şahî û civat im lawo de were
Bê te pir kêt û şewat im lawo de were
Tu zava ye ez bûk ez hatim lawo de were were lawo de were

Peyvên ku min fêm nekirî lê wateya wan texmîn dikim ew in.

Sarêşker: (dibe ku min xelet nivîsîbe jî)
Semiyane: (dîsa dibêjim di be ku min xelet nivîsiye)
Wateya wan her du peyvan nizanim.



28.05.2020 10:01 ~10:02 | kajav