Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keyomerd] de;

4. Carekî min ser vê mijarê xeletî nivîsîbû. Çîrokek piçûk e. Vê çaxê ciwanek mêrdînî (18 salî) li ser ekşiyê peyam şandibû. Ne Şaş bim gotibû ez li îzmîrê mezin bûme piştre em vegeriyane mêrdîne Kurdî baş nizanim Lê dixwazim hîn bibim û hewl jî didim. Piştî çend peyaman min jê re behsa tirşikê kir. Haya wî li tirşikê hebû heta di deşta tirşikê de bûbû çomezek. Navê nicka xwe bo min eşkere jî kir. Rojek ser derbas bû min dît li ser tirşikê dinivîse ji bo xêrhatinê min bin nicka wî nivîsî. Piştre haya min jê çêbû ku ev nick ne yê ev hevalek e. Min jî peyamê jê bir. Rojek keyomerdê hêja pirsî digot te çima payama xwe jê bir te ji ku dizanî ez temenpiçûk im, ciwan im filan û bêvan? Min hal û mesel jê re îzah kir. Tesaduf ev e ku keyomerd jî ji mêrdînê ye û heman temenê de ne. Heta ev hevalê ku li ser ekşiyê peyam şandibû bi keyomerd re heman dibistanê de jî xwendî ye belkî di heman polê de jî bin, nizanim êdî. Tesadufên me naqedin zêde dirêj nekim. Ciwanek xwînşêrîn e. Jîr û jêhatî ye. Hêviya pêşerojê ye.



24.01.2021 02:59 | kajav