Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li amedê ceribandinên civakî] de;

1. Karên youtuberan e. Wan demên dawî êdî bûne moda. Qaşo mêvanperweriya bajarên kurdan nîşan didin. Li hember pirsgrêkek bertek û tevgera amedîyan dikşînin û li ser kanala xwe parve dikin. Wekî her car dîsa kurdên me çi ji destê wan bê dikin çi alîkarî lazim be tînin cîh. Helal be!

Nizanim fikrê we çiye Lê ez ev mêvanperwerî ev xwestina alîkarî tenê bi şîroveya xêrxwaziya Kurdên me nakim. Gelek sedemên wan heye. Bi ya min ji ber bindestbûn e. Kurd li hember piçûkxistin, hovdîtin, li hember terorizekirina keseyatiya xwe dixwaze bi ev bertekan xwe bide naskirin. Yanê bi peyvên xwerû dibêjin “em ne hov in, em ne terorîst in wekî ku hûn dizanin em mirovên Nebaş nîn in, em jî mirov in.. hwd” dixwazin wan peyama bidin serdestên xwe. Ev rewş heta radeyekî belkî bê qebûlkirin, mijara grîng ev e; kurd ev alîkarî ev xêrxwazî ji Kurdên xwe re jî dixwaze? Gelo Ji bo Kurdên xwe ev qas dilnerm in? Bi tîpên mezin dinivîsim “na”. Ev tişt ji demên berê heta îro wilo berdewam e. Em ji mem û zîna Xanî dizanin em jî Gotinên pêşiyên xwe dizanin. Kurd ji xelkê yar in ji hev re gur û mar in.

Dîmen ev in:


Ev jî nû ye:



16.08.2020 14:19 | kajav