Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

53. Civîna ku bi kêfxweşî derbas bû. Hevalên ku nikaribûn ji mêrdînê tevlî civînê bibin ji wan re dibêjim; roja şemî 520 km ji Amedê dûr bo civînê ketime rê * helbet tenê ne ji bo civînê bû min mala xwe bar kirî êdî li wan deran im.

Di serî da me xwe negihişt organîzatorê civînê. ji ber roja yekşemê xan tije bû min nizanî çi bikim di vê navberê da rizgarm geriya min xwe ji tenêtî xilas kir. Piştre me hevdû dîtin.

Hevalên ku temenê min mezin texmîn dikirin min şaş nekirine min jî gelek kesan ji xwe re mezin texmîn dikir. Berê hatina ferhenga şikestî, simurg56 û berîvan dibêm qey mezinê civînê ez bûm. Heta min xwest serekiya civînê jî bikim. Lê bi hatina wan min Dengê xwe birî, rêz li ber wan girt. rizgarm gava temenê xwe ji min re gotibû gelek şaş ma bûm her wiha tîrêj zana 21 jî wilo min şaş hiştibû.

Civîn bi hevnasin dest pê kir. Piranî me behsê tirşik û tirşikvanan dikir.

ferhenga şikestî: bi nivîsên xwe tesîra wî berê da li ser min hebû bi axaftina xwe jî me di hazrolê de hişt. Îtîraf bikim car caran nivîsên wî qopî dikim û hem ji bo reklama tirşikê hem jî ji bo reklama Kurdî li ser platformên din parve dikim *

simurg56: celadet alî bedirxanê tirsik.net e. Zana rewşenbîr, entelektuel, ronakbîr û her wiha bijîşk e. Di peyama xwe ya jor de ji bo min bi “tu mantiqa wê tune...” dest pê kiriye. Çavê min vebûn hinek tirsiyam * Lê dawiya hevokê dilê min rehet kir. *

berîvan: gelek sempatîk bû. Zana bû keda wê li ser zimanê Kurdî gelek e. Meraqdarê sînema bû û dixwaze li ser sînemayê malperekî veke.

rizgarm: me berê hevdu piçek nas kiribû. Bejndirêj, qeşeng û esprîtuel e. Dixwest fêrî dimilkî bibe. Ew jî fêm dike Lê nikare biaxife*

tîrêj zana 21: min jî temenê wî mezin texmîn kiribû ew jî wek rizgarm ji min piçûk derket. Organîzatorê civînê bû her spasî heq dike.

shorbevan: gelek peyamên wî me ji kena zikopişto kiribû di binhişarê me de berê da xwe bicîh kiribû. ji ber vê bû gava Lê dinêriyam tebessumek li min digirt.

yûsiv: xortekî ter û teze xwînşêrîn, jîr û zîrek e. gelek kêfa min jê hatî. Gelek caran heyirî min temaşê wî dikir dibêm ev jî ferq kir jixwe. Hêj li lîseyê di pola duwazdehê de ye. Xwedê nezer neke gelek jêhat e.

Ji bilî wan du kes jî mêvanê tirşikvanên me hebûn ku her du jî di pêşerojê de dixwestin bibin tirşikvan *

Gelek kêfa min ji wan aktîvîteyan tê. Gelek kêfxweş bûm. Yê ku tevlî civînê bûn spasiyên xwe dûbare pêşkêş dikim. Bi hêviya civînek din..



17.11.2020 00:11 | kajav

40. Civîna ku em sê kes li qata jor runîştîne tîrêj zana 21 ji kerema xwe bila peyamê binêre *



15.11.2020 14:03 ~14:07 | kajav

37. Civîna ku saetek Lê maye. Kî li ku ye çi dike nexuya ye *

Edît: shorbevanê hêja li ber min derbas bû çû *

Ez ê piştî deqekî li wir bim.



15.11.2020 12:49 ~13:49 | kajav

34. KOMbîyayîşo ke ez vana qey mi ra vêşêr yewir zî dimilkî nêzane yo. Seba ey ra do her kes mi nas bikero *



14.11.2020 18:11 | kajav

33. Civîna ku bi xêr û silamet sibê tevlî bibim e. îro saeta civînê teqez werê xuyakirin dê baş be. Naxwazim zû yan dereng biçimê *



14.11.2020 18:06 | kajav

25. Civîna ku 4 roj maye pêk werê Lê hêj saeta wê xuya nebûye. Ger planên min de guhertinek çênebe ez ê vê rojê li amadê de bim. Xêr û silamet ez ê tevlî civînê bibim.



11.11.2020 17:14 | kajav

16. Civîna ku hinek tirşikvan dipirsin bê ka tirşikvanên jin jî tevlî dibin yan na? Biryara wan wê li gor bersivê biguhere. *



07.11.2020 22:54 | kajav

2. Civîna ku ger li Amedê de bim wê beşdar bibim e.



01.11.2020 19:32 | kajav