1. Strana klasîk a Kurdî ye. sefqan orkêş xweş distrê. Min Gotinên stranê nivîsî hêvî dikim şaşiyek tunebe.
Gotinên Stranê
Helanê helanê canê bi helanê
Helanê helanê dostê bi rebenê
Çûme bajêr carek canê bi helanê
Hatin bajêr carek dostê bi rebenê
Hine anî barek canê bi helanê
Hine anî barek dostê bi rebenê
Min lê nekir carek canê bi helanê
Min lê nekir carek dostê bi rebenê
Helanê helanê canê bi helanê
Helanê helanê dostê bi rebenê
Hatin bajêr dîsa canê bi helanê
Çûme bajêr dîsa dostê bi rebenê
Hine anî bi kîsa canê bi helanê
Hine anî bi kîsa dostê bi rebenê
Min lê nekir dîsa canê bi helanê
Min lê nekir dîsa dostê bi rebenê
Helanê helanê canê bi helanê
Helanê helanê dostê bi rebenê
Hina bajêr hûr e, canê bi helanê
Hina bajêr hûr e, dostê bi rebenê
Hine anî bi tûr e, canê bi helanê
Hina anî bi tûr e, dostê bi rebenê
Min lê nekir dûra canê bi helanê
Min lê nekir dûra dostê bi rebenê
Helanê helanê canê bi helanê
Helanê helanê dostê bi rebenê
vîdyoyê veke
|