Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [adar] de;

4. Ji bo vê mehê hest û ramanên min helbestvanê mezin sebrî botanî anîye ziman.

ADAR E

Adar e xweş Adar e
Dem demê keyf û kar e

Tu bi xêr hatî Adarê
Di gel bûka biharê

Serma revî çû nema
Hat çaxê geşt û sema

Hateve sersala me
Şahî xiste mala me

Newroz e xweş Newroz e
Cejna me ya pîroz e

Awazên eşqa kevnar
Dagirtin dol û zinar

Welato em bi gorî
Cejna me hat û borî

Hat û borî dê hêtin
Me Newroza xwe divêtin



17.03.2020 14:54 | kajav