Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lê yarê] de;

3. Ez ku îro pir xemgîn im lê yarê
Lê yarê gulnarê
Çav li bînan digerînim lê yarê
Lê yarê hevalê
Nîşan ji te ez nabînim gulnarê
Nîşan ji te ez nabînim gulnarê
Derdê dilê min karî ye lê yarê
Lê yarê gulnarê
Qusan canê min xwarîya lê yarê
Lê yarê hevalê
Dîdar maye qiyametê gulnarê
Dîdar maye qiyametê gulnarê

Cahilan kuştin jinan birin lê yarê
Lê yarê gulnarê
Gulnarê min hêsîr kirin lê yarê
Lê yarê hevalê
Wan firotin li kûçe û bazarê
Ez ku îro pir xemgîn im lê yarê
Lê yarê gulnarê
Çav li bînan digerînim lê yarê
Lê yarê gulnarê
Nîşan ji te ez nabînim gulnarê
Nîşan ji te ez nabînim gulnarê

Nîşe: Ez li înternetê dinêrim gelek kes wateya vî stranê xelet diguhere. Ji ber ku wateya peyvan nizanin vî xeletî dikin. Çend mînak;
Bîn: Kon, Çadirê koçeran
Cahilan: Ciwan, Piçûk, xort. Zarokên ku hîn tiştek nizanin
Karî: Gelek, pir
Dîdar: hevdîtin
Qusan: Ev peyv jî xelet dinivîsin gelek cîh de wek “xosan” hatîye nivîsandin. “Qusan” peyveke erebî ye. Tê wateya êş, derd, jan, xem, xeman
Çav li bînan digerînim: Ev rêzik jî her cîh de wek “çavê li bîna nagerîn im” hatîye nivîsandin. Rastîya hevok “çav li bînan digerînim”



26.03.2020 15:46 | kajav