Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qoser] de;

23. Navçeya mêrdînê ye. Ez vê bajarê hinek babetan dişibînim gevera colemêrgê. Her du navçe bi sedema valakirina gundan nifûsa derûdor li cem xwe kom kiriye. her du bajêr bê plan û qaîde mezin dibin. Ji ber vê gelek pirsgirêkên bajêr peyda bûne.

Xelkê her du bajar jî polîtîk in. zimanê Kurdî ji pîr û kalan bigre heya ciwanan zimanê yekem e. Rêjeya axaftina kurdî ya her du bajaran ji bajarê din Yên Kurdan zêdetir e. Lê ger em her du bajar bidin ber hev qoser aliyê hişmendî ve ji geverê baştir e. Qoser tenê ne axaftin kanîya nivîskar û cihê berhemderî ye. Li gor tespîtên min wê di nav çend salan de li Geverê rêjeya axaftina Kurdî gelek kêm bibe. Li her du bajaran Wekî hemî bajarê kurdan di nav keçikan de axaftina zimanê Kurdî li gor kurikan gelek kêm e. Lê rêjeya wan ji bajarê din Yên kurdan çêtir e.

Devoka kurmancî ku herî jê hez dikim aliyê mêrdîn e. Bi taybetî yê nisêbîn û qoserê. Kurmanciya Geverê zehmet bû heta min ji wan fêm dikir 3 sal derbas bû. Helbet baş nezanîbûna min ya kurmancî jî bandor bû Lê sedema mezin devoka wan bû.

Gever zimistanê gelek sar Lê havînê hênik bû. Navenda gever xweş nebû Lê derûdorê geverê zor zor xweş bû. Çem û kanî li her derê hebû dengê avê li her gêlî diherikî. Qoser havînê dojeh e. Zimistanê mirov dikare bijî û hew. Navenda bajêr jî wekî geverê ne xweş e.



18.08.2021 09:16 ~09:30 | kajav