Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kajav

profîla "kajav"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hezaz] de;

3. Cihekî li derûdora gundê rûta ye. Hezaz Em Dikarin bêjin wek kov e. Ez pêşî hinek behsa gundê Rûta bikim. Ev gund girêdayî gêlê ye. Teqrîben nêzî 25 km ji gêlê dûr e. Hezaz jî koveke kurahîya wî nêzî 15-20 metre ye.

Çend roj berê gundîyekê me, temenê wî nêzî 70 ye, behsê terteleyê ermenan dikir. Li gor Gotinên wî û yên berê leşkerên osmanî vê çaxê gelek ermen kuştine avêtine vê kovê. Heta hovîtî ev qas dijwar bûye tenê ne mirî bi zindî mirov avêtine kovê birçî û tî kuştine. Qêrîn û hawara wan gihiştiye ezmanan gihişte ba û bapîrên me. Kalemêrên rûta hêj jî behsa vê trajediyê dikin. Heta dibêjin Yên ku di kovê de hêj ne mirîbûn me ji wan re av û nan daye.



25.02.2021 15:10 | kajav