Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska tirşikvanan] de;

214. Silav, ji jiyaneke stabîl ku her roj mîna hev.
Ev demeke dirêje ku min tiştek nenivîsandibû, ji ber vê yekê mi go ka tiştekî binivîsim.
Tişta rastî mijareke balkêş di serê min de tune ku binivîsim, lê ger em ser derûniya min hinekî biaxivin. Min ferq kiriye ku wek berê tiştekî ji xwe re nakim kûl û derd, ji aliyekî baş e lê ji aliyekî jî ne baş e.

Ev qas bû, bi xatirê te..



22.09.2021 00:37 ~00:37 | merwano

208. silav, dîsa ez *

ji zûde min serîkek li rojnivîska xwe ya delal lê di nav kûl û derdên xwediyê xwe de dike ku biteqe, neda bû.
dîsa me malik li xwe xera kir, em dîsa ketine depresyonê.
(tişta rastî nizanim ez kengî jê derketime, ew jî ne bellî ye)
min jî got ka ez li fîlmekî darî bikim da ku ev serê min yê ku ji derdê dinyayê bûye dahol, bila hinekî behna xwe berdê, xwe jibîr bike.
min lîsta xwe ya ku fîlmên ku hê min temaşe nekirine nêrî, di serî de fîlmê 1917 hebû.
min jî hewl da ku ez daxim, hê di daxistinê de, hat bîra min ku gelo tirşikê ev fîlmê xweş wergerandiye kurdî an na?
ez ketime telegramê, min dît ku tê de heye,lê fîlmê min yê ku didaxim bi binnivîsa tirkî bû, çawa di nêvî de betal bû. min jî got, qey ev nîşaneke pîroz e, ya baş ez bi kurdî temaşe bikim.
min telegram vekir, ez lê darî dikim, heya nêvîyê fîlm min darî kir, fîlm xweş diçe vir de wê de, mîza min hat, min jî çûm ku bêhn axwe berdim, ez hatim, min li telefonê nêrî, nêzîkê 2 gb înterneta min xerç kiriye, lê min fîlm daxistiba encex 1,3 gb felan encex diçû.
min got wisa çê nabê, vê carê jî min li ser înternetê ya bi tirkî vekir û min mala xwe xera kir, min fîlm qedand.

bi kurt û kurmancî ji bo fîlmekî min nêzîkî 4 gb bêhtir înternet xerç kir, bi kurdî dest pê kir, lê bi tirkî qedand.

me got em ê behna xwe berdin, bêhtir bêhn li me çika :/



17.12.2020 00:03 ~00:03 | merwano

207. Me go merheba

Wek ku berê jî min digot hema kengî tiştekî xerap were serê min, an jî ez xemgîn bin, serîkî li vir dixim, ma em çawa bikin? Qey qedera me ev e *

Ez îro qala nexweşiyeke ku berî serê rojan hat serê min bikim. Tişta rastî ne nexweşî bû, topa Xwedê li min ketibû. Min di jiyana xwe de êşeke wilo ku ez êşandibûm nayê bîra min. *.
Nizanim ji çi bû, ev êş nizanim, lê ez sibehî çawa şiyar bûm, ûrê(zik) min ditêşa, nêzîkî nîvro êş zêde bû, her diçû êş giran dibû, Xwedê xêr bike:/

Mixabin ne xêr bû, dor şevê bandora êşê dijwar bû, êdî min nikaribû razim jî, ji bo êşa xwe jibîr bikim, xwe dirêj dikin, ûrê min têşê, wek zarokê di zikê diya xwe de hema min çokê xwe dikişand singa xwe, lê feyde nedikir. Hema min ava germ berda nava şûşeke û min deyna ser ûrê xwe, li xweşiya min diçû, lê mixabin êş nediçû.

Min jî min got, ka ez li rêzefîlmekê temaşe bikim, hema belkî ez xwe pê re jibîr bikim fln mvn. Mim bir başkadır vekir. Jixwe min nû dest pê kiribû, ez gihîştibûm beşa duyemîn, hema min çawa beşa duyemîn vekir, di serî de jinikê destê xwe bi camê dibirî, ji bo xwe bikuje, min çawa ew dîmên dît, min dest bi girî kir.
Me got em ê êşa xwe jibîr bikin, me bêhtir êş geş kir *

Welhasil ez serê te ne êşenim, dor seat 2ê şevê ez rûnişkî di xew de çûm, wek sê seatan razabûm, seat pêncê sibehê şiyar bûm, êşa min hinekî derbas bûbû, roja din ez çûm nexweşxanê, wan jî tehlîl, rontgen, ultrason û çend tişte din kirin, çend derman ji min re nivîsandin, û aniha ez baş im.

Her bijî tenduristî, her bijî zanistî *



09.12.2020 21:55 ~21:59 | merwano

204. Silav rojnivîska ku tenê di rojên reş de seriyan lê dixim :/

mixabin wek min got kengî ji dinyayê aciz bibim, xwe li vir dibînim, wekî din tu nayê bîra min.

aniha bê biryar mam.... difikirim gelo ez binivîsim an devjê berdim..

bi şeref aniha ji min nayê, bila biminê rojeke din.

em qala tiştine din bikin, mînak qala te bikin, êêê ka tirşikvan seriyan li te dixin an?
hema ne hewceye tu bêjê, ez bersivê dizanim.
tirşikvan xwe wek berê na berdin deşta tirşikê, xuya ye kendal û zinarên ku xwe lê pehn kirine, ji vir xweştir e.

bi xatirê te, ez serê te neêşênim, di rojên xweş û azad de em ê dîsa hev bînin :/



01.11.2020 00:57 | merwano

201. Silav Ez Merwan (!)

Jiyan, çi hêsteke xerîbe ne wilo?
Rojekê kêfxweşî heye
Rojekê xemgînî heye
Lê bi piranî xemgînî para me ye
Mirov carina dixwaze bibe ajalekî bêhiş û bêxwedî....

Di nava min de hestên xêrîb diqewimin, xûya ye tiştekî ne li ser rêya xwe heye, hêviya min ew e ku sererast bibe, ji van rojan baştir, ji van rojan xweştir.



17.08.2020 02:24 | merwano

199. Silav rojnivîsk
Min dixwest bîranîneke xweş li vir nivîsandiba lê...
Tu carî tiştekî baş nayê serê min
Wekî her tiştî di warê civakî de jiyana min ne bi dilê min didome.
Bi kurtasî ez êdî bi xwe re nabînim ku hevokeke din binivîsim.

Bi xatirê te tirşik :(



29.07.2020 15:46 | merwano

198. silav tirşika bêdeng û bêxwedî
( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye wek helîna ku çûk bes xwe lê digirin)

welhasil, ji ber ku êdî li di karekî de dişixûlim, wek berê bi xwe re nabînim ku li vir binivîsim, bibora tirşika pîroz :(

ji aliyekî jî başe jî, ev 3 meha di mal de min 6 kîlo standiye :/
wekî din karê ku ez tê de dişixulim jî, şixûlê li ser xwarinê ye, êdî nizanim ez ê kîlo stênim an kîloya didim, xwedê mezin e *



07.07.2020 22:59 | merwano

197. Me go merheba
Rojnivîska ku serê salê carekê tê bîra xwediyê xwe

Hema min xwest ez tiştna binivîsim, bêhna xwe li vir fireh bikim. Nizanim dîsa laşê min dixwerê, ez ji xwe re na rûnim.
Di taliyê de dîsa ez ê çavê xwe berdime keçikeka çavbelek û malikê li xwe Xera bikim.

Ez aqil nagirim, berî niha 7 meha me xwe dîsa hetikand, em bûn mîna zarokan, ev evînên platonîk mala min xêra kirin. Tu dilê xwe ji wan re vedike jî, di dawiyê de tu li ber xwe dikeve û dibêje bikutime vê heyatê :/



19.06.2020 02:22 | merwano

196. Me go merheba!
rojnivîska wek xwediyê xwe bêxewî

Îro jî wek diho bû.
Sibe jî wê wek îro be.
Erê raste bi temamî ne wek hev in
Lê bi piranî wek hev in.

Aniha li ser text im
Îsal nû îro min got ezê li ser text razim.
Ji ber ku êdî mirov nikare di hindirû de îdare bike
Tu dibê qey aniha bi çavên xwe yên mîyop
Li asîmanê, ji sterkên berhevkirî temaşe dikim
Tişta rastî pêşiyên xwînmij, xwîn bi min re nehişt in.

Xewa min nehatibû, min got ka ez li virbinivîsim, heya ku xewka min werê.

De ez serê te neêşînim, bi xatirê te :/



27.05.2020 02:16 | merwano