Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên favorî ên nivîskaran] de;

21. berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikinberî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin! ...
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin! berî hûn min daliqînin
ji kîsê min
an jî bi zêrên jina min
ji min re kulmek heyateke çardehderb bikirinberî hûn min daliqînin
heger hûn ê jî daxwaza min a dawîn ji min bipirsin
te dî adet e tê pirsîn
daxwaza min ev e, guhdarî bikin:
herin û ew parîkê goştê sunnetkirina min bixwin! ..berî hûn min daliqînin çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! !
û heger hûn mêr in li hundirê wan binihêrin! piştî we ez daliqandim
bi şehweteke mezin tecawizî meytê min bikin
serfiraziya xwe ya nemir bi şerabê
û bi goştê meytê min î biraştî pîroz bikin!
ez jahr im! piştî ku we ez xwarim
li hespên xwe yên hesinî siwar bibin û
bicehemin!

...rênas jiyan





02.02.2021 12:57 | merwano

10. jiyan carekê ye
û evîn carekê


Ma kî yê emrekî din bide me berfîn
Kî yê bibe loqman ji birînên me re


Ma ne em birîndarên heman kêrê ne
zarokên heman çîrokê
Ma ne em lehengên heman xewnê ne
Bendewarên heman rojê


Parsa evînê nabe berfîn

mihemed ronahî - Salnameya Evînê (2)



16.11.2020 18:15 | merwano