Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevbaş tirşik] de;

4. Şevbaş tirşik!
Seat 3:16 dk, ev nêzikî 2 seatan li ser text bi telefonê mijûl dibim, geh dikevime twîtterê geh dikevime me vê derê.
An jî berguhkê min di guhê min de, stran li gorî serê xwe lê dixe û li wan guhdar dikim, yek dekke derbas nabe berguhk ji guhê min dişebitê...
Êdî ez jî nizanim çi bikim. Di ser de jî ev dêqehbên pêşiyan min gez dikin, xwîna min dimijin..
Ma xwîn nema ji ya min pê de hey qeşmerno.
Ji xwe Arh + e, bi her kesî re heye, heya kuçikan jî. Jixwe ji bo vê xwînê dibêjin xwîna kuçika ye.

Dengê bîçaran tê aniha li derdora gund
gundî erdên xwe diçinin.
Û dengê dîka...
Nizanim çi kula van sebava ye
Hê seat 3:27 te.
Bi rastî ev dîk çima vê seatê bang didin?

Welhasil ez çûm razim
Şevbaş Tirşik *



05.06.2020 03:29 ~03:32 | merwano