Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pudîng] de;

1. şiraniyeke bi şîr e.
hwh: (bnr: şîraniyên bi şerbet)

di nava wê de şîr, şekir, kremaya avî nîşasta û mistek(li gorî daxwazê) û vanîlîn(li gorî daxwazê) dikeviye.

kelûmelê wê
-2 kîlo şîr:
-100 gr kremaya avî (ji bo tehma wê xweş bibe)
-400 gr şekir
-100 gr nîşasta
-1 parça mistek
-nîv kefçiyê çayê vanîlîn.


ji bo amadekirina wê
ewil şîr û şekirê xwe li ser ocaxê germ bikin, piştre 1 parçe mistekê tevlî bikin, nîşastaya xwe hinekî şil bikin, û heya nîşastaya xwe heta di nava avê de bihelê bi destê xwe tev bidin.Dema ku şîrê we kelî nîşastaya xwe tevlî bikin û heta qenc tevlîhev bibe tev bidin. êdî hûn dikarin vala bikin zerikê xwe, noşî can be *

jêrnivîs: ger hûn bixwazin bi kakao çê bikin divê hûn li gorî biryara xwe
kakao an jî çîkolata hûn diakrin texine nav de.. ..
an jî ger li ber destê we sosên cûda jî bi we re hebin hûn dikarin tevlî bikin..

her wekî din jî, ger 2 kîlo şîr ji bo malbatê kêm be, hûn dikarin li gorî dilê xwe zêde bikin.
ji bo 1 kîlo şîr=200 şekir dikeviyê
ji bo 1 kîlo şîr= 50 gr nîşasta dikeviyê
yên mayî li gorî serê xwe hûn dikarin zêde bikin *



24.07.2020 16:39 ~16:41 | merwano