Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşikvanên ku êrîşê kûçikan hatine] de;

4. Careke tenê hat serê min, ger hûn li gund bin dibe ku tiştekî asayî be *

Baş nayê bîra min çend salî bûm, lê divê di demên dibistana navîn be. Ez û birayê xwe yê biçûk bûm, diviya em biçûba nav werz lê astengiyek li pêşiya me hebû*
(bnr: devreş)...
Me dizanibû cihê ku em ê têde derbas bin, tişe kûçik in. Berî bûyer biqewime digotin dema kûçikek hat we, ji ber baznedin, wê demê bêhtir tê we. Vêce wê Rojê jî me digot ger kûçik werin me, em baz nadin.
Wilo jî çêbû, çawa devreş û çend piştevanên wî êrîşî me kirin, me li ber xwe da, qet me serê xwe netewand! *
Lê plana me neşixûlî, devreş dihat û hey dihat, me di dilê xwe de digot: oxlim ka we digot ji ber wan baznedin, nayêne we?
Şikir wê rojê em ji destê devreş, xwediyê wî em xelas kirin, û tu goşt jî ji qûna me jê nekir*



09.08.2021 20:23 | merwano