Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zeriyên şeşdara] de;

1. Strana mehmûd berazî ye(mûzîk).
Gotin: hacî mûsa

--- Gotinên Stranê ---
Dîsa wa teresan
Bêjiya, girtin ser çiya
‏H’îzê Misto Kemal
‏Nûtik nûtik nûtik …
‏Çav nûtik berdane Batîfa
‏Tirko Tirko Tirko
‏Çiwrîko, şirro, bêbexto
‏Li bîra te nayê
‏Kazkaza te li şerê Zapê
‏Hefte hefte hefte …
‏Heftenîn e, kuro Heftenîn e


‏Dîsa van zeriyan
‏Mêlak pola, şahên çiyan
‏Bi modaliya sor in
‏Yeman yeman yeman
‏Anîn yemana Romiyan
‏Tola sê qumriyan
‏Bi qirra yuzbaşiyan
‏Naşke kerba zeriyan
‏Welleh billeh û tilleh
‏Sed tola van zeriyan
‏Tu li va esmeran û van kejan
‏Li Dêra Şîşê li meydanê
‏Danê danê danê
‏Dest avêtin şeşxanê
‏Kelax hiştin li meydanê
‏Zîna şûtik ji çoxê
‏Lûla ji zîvê rakir
‏Zîna şûtik ji çoxê
‏Lûla ji zîvê rakir
‏Rakir rakir rakir
‏Kelha neyar xera kir
‏Bû revreva vî dizî
‏Çoga xayin lerizî
‏Rizî rizî rizî
‏Qesra Enqerê rizî
‏Parêzvana her cara
‏Li Pîrbila û Şeşdara
‏Anî anî anî
‏Anî qirra talankara
Hefte hefte hefte …
‏Heftenîn e, kuro Heftenîn e






14.10.2020 09:32 ~09:34 | merwano