Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leyla û mecnûn] de;

1. Leyla û Mecnûn, di rojhilata navîn de du evîndarên navdar in, lê bi saya Mecnûn, bi nav û deng bûne.

Li gorî ku tê gotin rewşa evîndariya Mecnûn wilo bû;

Dibêjine Mecnûn, navê te çi ye?
Dibe, "Leyla ye".


Dîsa rojekê ji rojan dibêjine Mecnûn,
"Ma Leyla nemir?"
Dibe, "na, di dilê min de dijî nemirî ye, Leyla ez im"


Rojekê din Mecnûn diçe devê deriyê mala Leyla û li asîmanê dinêre.

Dibêjin, "ey Mecnûn, ne li asîman, li pencera Leyla binêre, dibe ku tu wê bibîne".

Mecnûn, dibêje: "Siya sterka ku li deriyê Leyla dikeve besî min e..."



29.10.2020 00:54 | merwano