Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erdal kaya] de;

5. Pel fîlm pê re bernameyek çêkiriye




08.08.2021 14:20 | merwano

3. Erdal Kaya( z. Batman ), şanoger, lîstikvan, derhêner û mamosteyê Kurd.

Erdal Kaya, li Zanîngeha Afyon Kocatepe mamostatiya ziman û wêjeya Tirkî xwend û di salê xwendinê de dest bi şanoyê kir. Pîştî ku vegeriya welatê xwe bi hevalên xwe re di sala 2018an de Şanoya Yenisahne vekirin û di vir de dest bi şanogeriyê kirin.[2] Di vir de ji bilî lîstikvaniya şanoyê derhêneriya lîstîkan jî dikir, hin ji van lîstika; Cimri, Kadın Ölüleri, Salak Oğlum.

Piştî ku li cîhanê nexweşiya Korona derket, wek gelek cihan, Şanoya Yenisahne jî hat girtin. Erdal Kaya di rojên karantînayê de nesekinî û bi hevalên xwe re bi navê Şildim Bildim bernameyek amade kirin ku her heftî li ser qenala Hestû Tv dihat weşandin. Pîştî vê bernamê Erdal Kaya bêhtir hat nasîn. Lê navdarbûna wî bi Rêzefîlma Îşev re dest pê kir.

şano:
-serbaz (2019)
-Cimri (2018)
-Kadın Ölüleri (2017)
-Salak Oğlum (2014)

Rêzefîlm:
-Îşev(2020-...)

Bername:
-Şildim bildim (2020-...)
-dîtin û gotin (2020)

Fîlmnîgarî:
-a.r.o.g (2008)

çavkanî: Wîkîpediya*



26.05.2021 18:44 | merwano

1. Şanogerekî Kurd e.
Ewil min wî bi bername şildim bildimê wî nas kiribû. Û piştre bi rêzefilma îşevê êdî gotinên wî ji bîra min naçin, lîstikvanekî têr û tije ye.
Ger ne şaş bim, mamosteyê jî lê ji karê xwe hatiye derxistin.
Li batmanê di şanoya yenisahne de dileyist, lê îro girtiye.



23.11.2020 16:59 | merwano