Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [benmarî] de;

1. metodeke helandin û germkirinê ye, bi piranî ji bo malzemê wek çîkolate û hwd. tê bi kar anîn.
ji ber ku binê çîkolate zû digirê û dişewitê, ev metod ji bo helandina çîkolete îdeal e.
di vê metodê de, du qap dikevine nava hev de, di jêr de av û di jor de jî malzemeya ku wê bê helandin an jî germkirin heye, dema av germ dibe û dikelê, malzemeya li jor jî, bi hilma avê germ dibe an jî dihelê.

etîmolojî: peyveke ku ji fransî tê, orjînala wê bain-marie ye.
wateya wê şerşoka Marie ye, dibê ku yê ev metod dîtiye navê wê lê kirine.

her wiha ev medot bi piranî li otelan ji bo ku xwarin sar nebin, tê bi kar anîn.



17.01.2021 18:45 | merwano