Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja betlane] de;

1. ew roja ku mirov bêhna xwe di berdê, di kar de naxebite.

roja ku ji bo karmende bi piraniya cîhanê şemî û yekşemê ye.
ji bo kesên karker tevlîhev e.

vêce havînî dema ez dixebitîm, roja yekşemê betlaneya min bû, ez wê rojê jî diçûm ba xwişka xwe, bi xwarzêkê xwe re roj derbas dikir, lê hema bêjê nîviyê rojê betlaneya teqez tiştek dihat serê min, ne ewqasî xerap bûn lê ger ez li kar xebitîba ewqasî nediwestiyam.

îro jî roja min ya betlanê bû ku min got ka ez ji xwe re fîlmêkî temaşe bikim, min fîlmekî ji qenala tirşikê ya fîlma daxist, bi navê stalker. stalker/134264
qurçikê min reş bû, min bi nîvî hişt û dev jê berde, piştre min got ka ez beşa îşev ya dawî temaşe bikim, ew jî bi zorê temaşe kir û tu tehm jê nesitand.

bi kurt û kurmancî, lehnet lê be bavê min



31.05.2021 19:19 ~19:20 | merwano