Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [temenê dara] de;

1. temenê dara bi saya xelekê/giroverên li ser gewde wan tê hesap kirin.
zanistiya dentrokronolojî vî karî dike, bi saya amûreke wek vîdeyê(cer) ku di gewde darê de tê badan heya ku bigihê nîvê gewdê. piştre vîde derdixin û li gorî hejmara xeleka temen tê dîtin. metodeke din jî dar tê birîn û xelek tên jimartin lê ev bi piranî ji bo darên hişk û mirî ye. metoda ewil ji bo tendirustiya dar ya herî kêrhatî ye.
Du xelek yek sal dike, ji ber ku ev xelek di serê dewra vejetasyonê û di dawiya dewrê de pêk tên.
ger navbera xelka teng be, em ê bizanibin ku wê salê av kêm bû, lê ger navbera xeleka fireh be, wê carê jî em ê zanibin ku av zêde ye, yanî kêf kêfa dara ye *

lê tiştekî grîng heye ku di hemû cureyên dara de ev metod nayên bi kar anîn, ji ber ku li hin heremên cîhanê nakevine dewre vejetasyonê, mînak li herêma ekvetoral rîwek her dem şînin ji ber ku avhewa bi baran e.
li van dera jî metoda karbon-14 tê bi kar anîn.



04.06.2021 17:54 ~18:01 | merwano