Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aft] de;

1. an jî aphthous ulcer
birînên ku di nava devê mirov de çê dibin.
li ser lêvan, goştê dirana, ziman, argûşka... derdikeve.
ev birîn sipî ne û dema yek lê dimeyzênê tu dibe qey bi kêrê qelişandine :/
li gorî dibêjin sedemê wê gelek in. hin ji wan;
-stres
-kêmasiya vîtamîna c û vîtamîna d
-Vexwarina eraqê
-kişandina cixare
-xwarina fêkiyên tirş û xwarina tûj
-gezkirina lêv û argûşkan
û hwd.

yên min bi piranî li ser lêvan, her sal herî kêm carekê ev birîn derdikevin. û ger ez bê hemdî gez bikim, xwedê ji min stand, êdî birîn herî kêm 5-6 roja jê naçe.
min ferq kir ku dema pîştî demeke dirêj diranê xwe firçe dikim jî derdikeve, lê ev ne her car e. çimkî kêm cara dev ji firçekirina dirana diberdim.
wekî din aniha di devê min de dîsa derketiye, lê ya vê carê ji neqûşkê xwarzikê min e.



14.06.2021 16:38 ~16:42 | merwano