Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [redmi 9t] de;

4. Serê vê havînê updateke wê hatibû min jî update kir lê telefon hat girtin. Diçû û dihat ser ekrana ku berî formatê bavêjine, nêse hinekî pêleyistim, min g* lê kir* hemû daneyên telefonê jêbirin. Herêm dawî min bir ba telefonvan, ji ber3 ku qeçax bû divê min update nekiribûya( di hin modelên xiaomi yê de divê update newê kirin) û ji ber ku min daneyên wê jêbiribû imeii'la wê jî çûbû. Nêse telefon çêkir, da dest min ez bi kêf û eşq diçûm. Paşê min ferq kir, dema li mûzîk, vîdeo ve dikim, ewil dest pê dike 2-3 sn. Lê dixe paşê disekine û ji serî dest pê dike. Nêse çûm ba mêrik, ji min re dibêje ne sûcê min e filan, min got ka dîse tiştên ku te li serê ceriband dubare bike fln. Ser bextî wî be wisa kiribû lê dîsa çarese nebû.

Min meheke filan wilo pê îdare kir, herî dawî li înternetê min dît, belengazekî wek min eynî pirsgirêk hatibû serê wî jî, li gorî gotina wî google asîstan ev pirsgirêk derdixist holê û divê bihatiba girtin. Min girt lê ji bo demeke kurt bi kêr3 dihat, min bi vê jî 2-3 heftiyan îdare kir. Herî dawî rojekê hat bîra min min got: ka ez updaten Google asistan rakim, min rakir û çareser bû *
Wek Arşîmedê ku li sûka atînayê ku bi dîtina hêza rakirina avê ji eşqa çîptazî lotik diavêtin, ez jî ewqasî kêfxweş bûm.



04.11.2022 22:33 | merwano

3. telefona ku ev tam 5 meh û 8 roja bi kar tînim.
dema min kirîbû nirxa wê bi 1600 bû. aniha bi dor 2h tê firotin.
heya niha tenê kêfa min ji kamêraya wê re nehatiye. telefona min ya berê ku min bi kar dianî xiaomi mi 5 kameraya wê ji vê çêtir bû, lê ew seriya mi bû, ev redmiye.
herdû ji aliyê xioami ve derketine lê xioami alavên erzan di modelên redmi û poco de bi kar tîne.

şarja wê têra xwe rojekê îdare dike, loma 6h e *
ji aliyê hafizê ve 128 gb, heya niha encex 30 gb tişe bûye.
wek piraniya xiaomiyan di vê de jî kûmanda heye ku taybetmendiya herî jê hez dikim ev e.
diçim kû derê teqez bi kêrî min tê.

go xwedê bê erê ez ê hê bi salan vê telefonê bi kar bînim. di vê rewşa aborî de mirov nikare telefona jî bikire...



16.12.2021 20:31 ~20:31 | merwano

2. Xwedê jê razî hingî xiaomi modela derdixê, di alfabê tîp nehiştine *
Li jor simurg56 gotiye redmi 9t û xiaomi mi 9t heman tişt in. Lê ezbenî, tişta rastî ne wek ku tu dizanî. Redmi 9t nû îsal derket lê mi 9t di sala 2019 de derket û hwd.

Wek hûn dizanin sê cureyên xiaomi hene:
Mi, redmi û Poco.

Nehta min heye ku sibe redmi 9t bikirim.
Xwedê min poşman neke *
Here lînkê



28.06.2021 21:49 ~21:55 | merwano