Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [william jones] de;

1. fîlologê îngîlîz ku di sala 1783an de ji bo dadgeriya eyaleta bengalê diçe û dil dikevê hîndîstanê.
piştî 6 meha bi navê asiatic society komekê ava dike û li ser dîrok, ziman, gelên wê û hwd. dixebitin.
piştî avakirina komê bi 2 salan jones, pirtûkekê bi navê the sanskrit language derdixê. li gorî jones, zimanê ku hîndû di ayînên xwe de bi kar tînin( sanskrit) û zimanên yewnan û latînan dişibine hev û her wiha gotî, keltî, farisiya kevin, elmanî, fransî û îngîlîzî jî dişibine hev.
wek mînak; di zimanê sanskrîtî de ''matar'', latînî ''mater'', di zimanê kevnar yê keltî de ''mathir'' û di îngîlîzî de ''mother'' e. li gorî vê biryar dide ku ev ziman ji zimanekê hevpar derketine holê .bi vê yekê wê demê william jones malbata hînd-ewrûpî pênase kiriye.

çavkanî: sapiens/yuval noah harari



02.12.2021 14:45 ~14:49 | merwano