Tirşik - Profîl
tirşik-profîla merwano

profîla "merwano"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elo dîno] de;

6. elo dîno, wek robîn hoodê kurda tê nasîn û naskirin.
Elo dîno li hemberî mîrê botan mîr bedirxan dirabê û li ber çemê dîcleyê qesrekê çê dikê (bnr: qesra elo dîno) û keştiyên ku ji aliyê amadê têne bi ser botanê rêya wan digirê û xeraçê ji wan distênê.





her wiha stranek li ser wî jî strandine
gotinên stranê:
Elo dîno
Elo dîno, Elo dîno, Elo dîno, Elî Axayo
Simbêl reş û xwînşêrîno, Elo dîno, Elî Axayo


Qesra Elê mermer gişte
Birca Elê mermer gişte
Ew şûre beran pişte
Jaro Elo, Eli Axayo


Qesrê Elê nava rêyo
Birca Elê nava rêyo
Dengê du şêra wê têyo
Jaro Elo bi şûr çûyêyo


Dengê du şêra xweş tê
Jaro Elo bi şûr geheştê
Jaro Elo navda kuştê





06.06.2020 17:07 ~17:09 | merwano