Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dewbir

profîla "dewbir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [christoph waltz] de;

1. Lîstikvanekî Avusturî ye. Di 4ê cotmeha 1956an de li Vîyanayê ji dayik bûye. Bi lîstikvaniya xwe ya fîlmên wek (bnr: django unchained) û (bnr: inglorious basterds) tê nasîn. Di fîlmê inglorious Basterds da bi role xwe yê hans landa xelata akademîyê ya lîstikvanê alîkar distîne. Heman demê bi vî role xwe xelata cannes ya lîstikvanê mêrê herî baş jî werdigire.
Di fîlmê Django Unchained de jî bi rolê xwe yê Dr. King Schultz xelata akademîyê ya lîstikvanê alîkar distîne. Mirov dikare bêje ku lîstikvanîya wî bi xebitîna li gel Tarantino ve pêş dikeve. Di van herdu fîlman de jî derhêner Tarantino ye. Û gelek pasajên baş dane karakterên wî. A ji we re sehneyek ji rola wî ya hans landa ku pir meşhûr e.





17.12.2021 23:38 | dewbir