Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku mirovî aciz dikin] de;

68. Dema ku Kurdekî kurdolojî xwendibe, bi ser de li ser kurdî master kiribe û wek mamosteyê zimanê kurdî (kurmancî) tayîn bûbe di Instagrama xwe de ji sedî 99 parvekirinên bi tirkî bike.

Erê hevalekî di masterê de, di pola min de bû eynî wisa dike. Îja hûn bifikirin dê çiqasî mamostetîya Kurdî bike...



20.09.2022 14:24 | xabûrî

62. Xeberdana bi tirkî a kasîyerên marketên wek bim, a101, şok hwd. Bi ser de jî gelê me qey xwe li saziyên fermî hîs dikin. Ew jî berdewamiya xeberdanê bi tirkî tînin.

Ez wan jî fêhm dikim, rebenino ji zû de ye saziyên wan yên fermî çênebûne îja marketên xelkê ji wan re tiştekî pîroz xuya dikin.

Min berê şaşiyên nivîsê sererast kiribûn, ez dixwazim vê jî lê zêde bikim: ew ehmeqên reşşik dane jî teqez ji wan kasiyeran e, xuyaye zora wan çûye. * Bila dev ji tirşikvaniyê berdin biçin ekşîyê filan. Belkî zimanê xwe yê biyanî pêş bixin...



25.09.2021 12:36 ~2021.09.26 12:04 | xabûrî

41. Du mirov Kurdbûna hev dizanibin û herdu jî bi Kurdî jî dizanibin, lê bi Tirkî biaxivin. Bi taybetî jî dema herdu yan yek ji wan karmend be û ji ber rewşa karê xwe wisa bikin.



25.07.2020 20:38 | xabûrî

40. Kurdek, dema ez bi kurdî jê re dinivîsim û peyvên bi eslê xwe erebî di peyama min de hebin û wisa ji min re bêje: ama "alaka" ve (nizanim çi quzzulqurt) kurtçe degil.
Ez di dilê xwe de dibêjim: Hey kor kurê koran, bersiva te peyvek jî ne kurdî ye tu wê nabînî, tu ya min î Kurdiya xweşik bi tirkî rexne dikî?



19.07.2020 12:40 | xabûrî

38. Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya me zêde be. Ji ew yekê qesta wî jî bila zimanê wan fermî be yê me na, bila perwerde bi zimanê wan be bi yê me na hwd. Ez carek din jî ji Kurdbûnê sar bûm, hêviya min şikest dîsa.



08.07.2020 21:30 | xabûrî