Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zembîlfiroş] de;

8. Zembîlfiroş kurê hikumdarekî ye, ji nêçîr û keyf û şahiyê pirr hez dike. Rojekê wexta diçe nêçîrê di ber tirban derbas dibe û dikeve nav fikr û ramanan. Piştî vê fikirînê êdî dev ji keyf şahiyê berdide û dibe derwêşek. Debara xwe bi çêkirin û firotina zembîlan dike. Rojekê wexta di ber qesra Farqînê re derbas dibe jina mîr wî dibîne û aşiqî wî dibe. Bi zorê wî dihêne hundirê qesrê û derdê xwe jê re dibêje. Zembilfiroş dibêje na ez xwediyê zar û zêç im, ez tobekar im lê jina mîr fahm nake û bi zorê wî zeft dike. Zembîlfiroş gava ku firsetê dibîne direve lê jina mîr jî dide dûv wî û diçe mala wî. Jina wî bi mal û milk/pere dixapîne û dikeve nava ciyan. Zembilfiroş wexta dihê û dikeve nava ciyan di serî de fahm nake jina mîr e lê gava piyê wî li xalxalê dikeve fahm dike û ji nava ciyan derdikeve û direve lêbelê Xatûn jî dide pey wî. Zembilfiroş fahm dike xelasiya wî ji vê jinikê tuneye, xwe ji ser çiya diavêje û dimire. Piştî xweavêtina Zembîlfiroşî Xatûn jî xwe diavêje û dimire.
(Xwedê mirov ji jinên wisa biparêze*
*Çavkanî: kovara jms, cîlda 3. Hejmara 1., 2018



20.03.2020 21:01 ~21:03 | xabûrî