Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sezai karakoç] de;

11. Helbestvanê ku min ti alaqaya wî bi Kurdî û Kurdan re nedîtiye lêbelê bi mirina xwe Kurdên me di nava şînê de hiştiye. Di WhatsAppê de wek story 2-3 kes parvekiribûn. Min ji yekî re nivîsî: ne mutlu tirkim diyene. Îja li ber xwe ket û got ew şaîr e filan. Min got ma ka ew helbestvanên me parve dikin? Got min baş nizanibû. Axir min got rake, ew jî min neşikand û rakir.

Îja Ez pir meraq dikim em ê kengî bibin neteweyeke asayî. Yan jî gelo em ê bibin?

Ez dixwazim vê jî lê zêde bikim: popularîte tiştekî ecêb e. Ez bawer dikim pirranî ji ber wê parve dikin. Hema di hesabê du sê kesan de dibînin ew jî dixwazin ji wan kêm nemînin û demildest parve dikin.



17.11.2021 12:13 ~12:15 | xabûrî