Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xabûrî

profîla "xabûrî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rişmil] de;

1. Navçeyeke Mêrdînê ye.

Navçe biçûk e û belawela ye. Newalek di navbera du giran re derbas dibe û xanî li herdu aliyên gir hatine avakirin. Navenda wê, yanî cihê şaredarî û saziyên din lê ne, li vî aliyê Mêrdînê ne û erda vira rasttir e li gorî jorê. Ji navendê re bi erebî zey'a(ضيَْعَ) dibêjin.

Niştecihên navçeyê debara xwe bi çandinî û ajovaniyê dikin. wekî qeresî, hinar, tirî, zeytûn û hêşînahî filan diçînin. Ajovaniyê jî taksîyên wan hene, rêwiyan dibin Mêrdînê û tînin Rişmilê. Hinek jî wesayîtên wek kamyon û tiran diajon, bar dibin û tînin.

Em werin meseleya Niştecihên wê. Min îro ji hevalekî Rişmilî pirsî(ew bi eslê xwe kurd e û Kurdbûna xwe qebûl dike), min got: kesên bi eslê xwe Ereb zêde ne yan yên bi eslê xwe Kurd? Ew bersiva min bi vî rengî da: yên eslê wan kurd zêde ne. Feqet li navçeyê kurdî nayê axaftin. Yanî mezinên wan baş dizanin bi kurdî, ciwan jî ne biyanî ne ji kurdî re lêbelê di navbera xwe de bi Erebî diaxivin. Yanî dema hûn çûn Rişmilê û hûn li zilamekî temenmezin rast hatin hûn dikarin bi hêsanî bi wî re bi kurmancî biaxivin. Min got zilam ji ber ku jinên wan baş nizanin.



24.10.2021 21:12 | xabûrî