Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tim û tim bi telefonê mijûl bun] de;

17. Min dema mirovên li derdora xwe û xwe jî tê de, di nav vê rewşê de didît, pirrî caran xwe ji vî halî aciz dikir û ev hal ji xwe re dikir kul û derd. Lê ev demek e êdî vê tiştê ji xwe re nakim xem. Piştrast bûm ku serdema me bêsebir û naylonî ye. Em çendîn xwe jê aciz bikin an jê bitirsin jî berê dinyayê, qenc an xerab her li guherînê ye.

Carnan li kargehê an di rêwitiyekê, civatekê de bi dizî li mirovan dinêrim * Wê gavê mijûliya kesan a bi telefonê re, bi min him komîk him jî trajîk tê. Mirov çendîn ji vî halî bêzar, bi gilî û gazinc bin jî bê çare û bê guneh in ji aliyekî. Jiyana mirovî her ku diçe bêtir têyî desteserkirin, xitimandin, dorpêçkirin... mirov li ser rûyê dinyayê ji hemû deman bêtir bûye xerîb û maye bi tenê.
Emrê min ne zêde ye lê bi dîtina min, Mirov pirranî jiyaneke bêyî dilê xwe dijîn. Çi zarok çi xort, jin, kal û pîr... pirranî kes di nav xeyaleke dûr û derez de ne. Hin bi hêvî, hin bi mereq, hin bi dilmayîn... telefon bi hawara van mirovan ve tê. Bi awayekî xapînok be jî xeyalên şikestî derman dike, xewnên zarokan dixemilîne, tirs û bêrîkirina kal û pîran aş dike, ciwanik û ciwamêran re dibe stargeha evînê, arezûyê. Ji ber wê telefon, çendîn mekanîk be jî rengîn û efsûnî ye. Wekî deriyekî ku digihîje cihekî bi sêhr, dibe hevalê bêhevalan.



04.12.2019 21:50 | xeyda