Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [paşîv] de;

19. Dema biçûk bûm, ez û xwişka min a mezin me pir dixwest rabin paşîvê lê diya min bi inyadeke ecêb tu car em ranedikirin paşîvê. Tişteke bi qîmet nebû ku em rabûna û me yê rojî jî negirta lê nizanim çima li ber dilê me paşîv pir şirîn bû, kul û mereqek bû. demekê min û xwişka xwe me planek çêkir da ku em heta paşîvê şiyar bimînin. Yek ji me wê razabûya ya din ê şiyar bimaya û wisa dor bi dor em ê bimana heta paşîvê. Xwişka min raza û Ez heta qederekê li bendê şiyar mam, pişt re min hew bi xwe karî. xewê zor da derabên çavan û ez jî ketim xewê. Dema em şiyar bûn roj hilatibû, dinya ronî bibû.



20.05.2020 04:03 | xeyda