Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sedemên nexweşikbûna xortên kurd] de;

22. Kî ev gotibe bi hevt bavê xwe neheq e. Xort û lawên Kurdan qeşeng in. Bi bejn û bala xwe, avirên xwe û rûyê xwe ve lihevhatî ne. Bes hin ji wan nizanin xwe çawa bixemilînin. Bi taybet xort û lawên di varoşên metropolan de dijîn hetikîne, hay ji xwe nînin. Ev qederek e di nav wan de terzeke ecêb paydabûye.
Gelamperiya wan pantorên delingên wan teng û kurt, îşlikên stûyê wan heta singê vekirî li xwe dikin solên ecêb yên dişibin çarixan û goreyên heta peniyê li pê dikin. Por û riyê xwe bi awayekî ecêb diqusînin, şiklên sosret didine rûyê xwe. Dema çavên min bi yên wiha dikeve dilê min dixele û heyfa min li wan tê.
Ji bilî wan yek jî tişta bala min kişandî ev e ku piraniya xortên Kurdan xwe di nav pirç û polê de dihêlin. Vê wekî terzekê, xemlekê dikin lê li gelekan nayê. Erê rî yan simbêl xweşik e lê bi qirarekî. Ji dil Carnan dibêm qey ev kes bi salan e di şikeftan de mane. Tu yê bêjî qey çiqas rî û simbêlên xwe berdin, dirêjkin wê Ewqasî qeşeng bibin lê nexêr! Ne wisa ye.



01.06.2020 02:17 ~02:18 | xeyda