Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rewşan çeliker] de;

5. îro bi navê tov albûmeke nû derxistiye. kêfa min heta vê hingê ji deng û mûzîka wê re nedihat. ji ber ku ne deng û qirika wê kurdî bû ne jî xwediyê berhemekê bû. hew li dora stranên bav û kalan digeriya, wan bi terzeke modern(!) dixemiland û dihetikand lê di vê albûma xwe ya nû de cih daye çend stranên nû û çend helbestên fêrîkê ûsiv. ecêb e dengê wê xweştir bûye di vê albûmê de. min ev ferq kir ku dengê vê xanimê li stranên kevn nayê. di vê albûmê de jî xwe li çend stranên kevn ceribandiye lê li hev neaniye. ev stranên di albûmê de cih digirin delal in:

gulê:


gulîzera min:


taxa filla:



10.01.2020 23:34 ~23:33 | xeyda