Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêlîn bölek] de;

4. Ji ber mirina wê li ber ketim lê ji wê bêtir hêrs bûm. Ji berê ve ye ruhê min ji bîrdoziyên pûç û genî bûyî diçe. Mirovên ku çalakiyên mirinê, birçîbûnê pesin didin; yên, wan wekî tevgereke pîroz nîşan didin li ber dilê min tev ehmaq in, rezîl in. Dinya diguhere, sal û zeman diherike lê ev ehmaq naguherin. Bi qûna fikr û ramanên bê kêr yên ji Sovyetan ve mayî girtine û xwe pê xwedî dikin. Bi Madekê tirş, sloganên virt û vala û govendeke rijî ve dewa şoreşê, guherînê dikin. Û ji bo vê xwe didin kuştin, xwe dikin qehreman, dilê xelkê bi xwe dişewitînin, xort û ciwanan dikin heyranê xwe, heyranê mirinê.
Xweziya min ew e ku mirov bifikirin, bipirsin. Jiyanê bi awayekî sade û xwezayî bijîn. Ji bilî her tiştê qedrê bidin xwe û jiyana xwe. Xwe nekin qurbana fikrên ne ji kesayeta xwe, rengê xwe. Bawer im jiyanê bi vî awayî siviktir û xweşiktir be.



04.04.2020 00:11 | xeyda