Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xeyda

profîla "xeyda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşnîyara fîlman ji bo karantînayê] de;

7. Bi min wisa tê ku kesek guh nade van pêşniyaran lê ez ê dîsa jî navê du fîlman li vir binivîsim.

"Vivre sa vive"
Fîlmeke Jean-luc Goddard e.
(bnr: french new wave)
Fîlm ji serboriyên jineke ciwan û taze ku daye dû xeyalên xwe pêk tê. Di fîlmê de diyalogên xweş û felsefîk derbas dibin û mûzîkên tê de derbas dibin jî gellekî xweş in. Bi ya min kesên hej sînemaya Ewrûpayê dikin, divê berê xwe bidin vê fîlmê.

"Love and death"
Fîlmeke Woody Allen e ku têra xwe absûrt e, mêriv gellekî dikenîne. Di fîlmê de Henekên xweş û jîr, rexne û tespîtên baş ên li ser têkiliyên jin û mêran û şerrên cihanê hene.



16.04.2020 00:46 | xeyda