Tirşik - Profîl
tirşik-profîla buffaloskinners

profîla "buffaloskinners"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [moriarty] de;

1. Koma ku navê xwe ji kitêba Jack Kerouac "Di rê da(On the Road)"yê hilgirtî ye. Di sala 1995'an da li Frensa yê dest bi muzîka xwe kirine. Endamên komê ji Vîetnam, Emerîka, Swêd û Frensayê ne. Em bo muzîka wan dikarin bibêjin Gelerî, Blues, Rock û Country e.

Ji bilî serkeftîbûna muzîka wan, bi bergên albûm, şêwazên konsert û klîbên xwe jî serkeftî ne. Mirov ji gotinên lawjeyên wan têdigihe ka navbera wan ligel felsefe û edebîyatê çend baş e. Ez dibêjim "ew" ji ber ku gotinên lawje û çêkirina muzîkên wan ne tenê aîdê yekê ye yan jî berpirsiyar ne tenê yek kes e. Jixwe dema ku mirov li klîbên wan dinêre, mirov wekhevîya di navbera wan da jî rasterast dibîne. Hin lawjeyên wan ên favorîyên min: jimmy, isabella, lily, buffaloskinners, long live the devil
Klîbeke wan a li Shakespeare Companyê kêşandine:



29.06.2020 01:45 ~11:43 | buffaloskinners